Artêşa Yemenê êrîş bir ser komeke Hûsî ya li parêzgeha El-Cof

Artêşa Yemenê êrîş bir ser komeke Hûsî yên li parêzgeha el-Cof û hat ragihandin di encama êrîşê de Husîyan gelek windahî dane.

Artêşa Niştimanî ya Yemenê vê sibê ragihand ku hêzên wan êrîşek birine ser komeke Hûsî ya li eniya “el-Nidûd” a li parzêgeha Cof a li bakurê welêt.

Hat ragihandin di encama êrîşê de jimarek kuştî û birîndarên Hûsîyan çêbûne.
Her wiha jimareke mezin a çek û cebilxaneyên Hûsiyan jî hate desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya artêşê, Hûsîyan hewl dida êrîşekê li ser hêzên hikêmeta Yemenê pêk bînin..

Di heman demê de, Hêzên Yemenî li gel koalîsyona welatên Ereb, 3 karwanên Hûsî ku berê xwe didan eniyê, kirin armanc û di encamê de her 3 karwan bi temamî hatin wêrankirin.

Li Me’irbê jî, gava Hûsîyan hewl da derbasî navendeke artêşê ya li rojhilatê Senayê bibin, gelek windahî dan.

Back to top button