Li herêma qaşo “kêm şer” êrîşê navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê de gur dibin.
Li Rojhilatê Sûrî, di êrîşeke hewayî li nêzî sînorê Iraqê de, 6 ji alîgirên Îranê, hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikûmeta Şamê deverên Riwêha, El-Bara, Sifûhin û Hilûbî yên başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kirin..
Deverên Inkawiyê li Sehil El-Xab ê bakurê rojhilatê Hemayê jî hat topbaran kirin..
Çeteyên dewleta Tirk li derdora Cerada yê gundewarê Başûrê Idlibê doçkoyeke hêzên hikûmetê bêkêr kirin.
Di êrîşekê de, 6 alîgirên îranê li rojhilatê sûriyê hatin kuştin
Li Bûkemalê ya Rojhilatê Sûrî, duh 6 alîgirên Îranê ku 4 ji wan Sûrî bûn, hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, “Di êrîşeke hewayî li Rojhilatê Sûrî nêzî sînorê Iraqê de, 6 ji alîgirên Îranê, hatin kuştin.”
Çavdêriyê diyar kir ku di êrişê de herêmên hikumeta Şamê hatine hedefgirtin.
4 ji wan Sûrî, 6 endamên girêdayî Îranê, li gundê El Ebas yê gundewarê Bûkemalê li Rojhilatê Dêra Zorê hatin kuştin.
Berî çend rojan jî, 2 leşkerên Sûrî û 5 çekdarên hikumeta Şamê di êrîşeke Israîlê de ku li Başûr û Rojhilatê Sûriyê pêk hatibû, hatin kuştin.