KCK’ê: Divê hemû hêzên li Zînê Wertê cih bûne vekişin cihên xwe yên berê

KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê û bang li xelkê Binarê Qendîlê jî kir ku li dijî her karên dijmin, li dijî fitneya dijmin a kuştina Kurdan bi destê Kurdan hişyar bin, di xeta yekîtiya neteweyî de helwestê nîşan bidin û wêrekî û lehengiya xwe zêdetir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê aloziya Zînê Wertê de bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê.

KCK’ê diyar kir ku gelê başûr taybet gelê Binarê Qendîlê bi dehan salane li dijî êrîşên dagirkerên kurdistanê têdikoşin.

KCK’ê diyar kir ku şêniyên qendîlê di nameya xwe de diyar kirine ku bi cihkirina hêzên leşkerî li Zînê wertê wê aloziya di navbera kurdan de kurtir bike” tesbîtek di cih de û mafdar e.

KCK’ê daxuyakirin ku li hember vê tespîta rast a şêniyên Binarê Qendîlê tevî ku 3 gêrîla şehîd bun jî me rêyek cûda neda ber xwe. Ji ber ku tişta herî dawî em bixwazin aloziya di nav bera kurdan de ye.

KCK’ê diyar kir ku ji bo zînê wertê nebe sedema şerekî nav xwe wan banga xwe dubarekir ku divê hemû hêz vegerin cihên xwe yên berê û got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji Heftanînê û çeteyên DAIŞ’ê jî ji Başûr êrîş dikin û divê gelê me bibîne ku bicihkirina hêzên çekdar ên li Zînî Wertê xizmeta çi û kê dike.

Gelê me yê hêja, em ji roja pêşîn diyar dikin ku di pêvajoeyek wisa krîtîk de bicihkirina hêzên leşkerî a li Zînî Wertê gelekî xeternak e. Divê hemû hêz vegerin cihên xwe yên berê”

 

KCK’ê: Di bin banê kongreya neteweyî de kom bibin

KCK’ê di bersiva nameyê de wek çareseriya hemû aloziyên di navbera aliyên kurd de jî weke gava destpêkê banga Kombuna Kongreya Netewî kir û ev tişt anî ziman:

“Bi wesîleya nameya ku we şandine, em careke din li hizûra gelê xwe bang li hemû hêzan dikin ku di bin sîwana Kongreya Neteweyî de li hev kom bibin.

KCK’ê bang li xelkê Binarê Qendîlê jî kir ku li dijî her karên dijmin, li dijî fitneya dijmin a kuştina Kurdan bi destê Kurdan hişyar bin, di xeta yekîtiya neteweyî de helwestê nîşan bidin.

Back to top button