Asayîşê 200 hezar hebên kaptagonê desteser kir

Hêzên Asayîşê ji bo pêşîgirtina hewildanên ku herêm veguhere navenda bazirganiya madeyên narkotîk zêde kiriye.
Di vê çarçoveyê de, Asayîşê piştî şopandina di navbera Qamişlo û Hesekê de, 2 ajokarên sahrîcên sotemeniyê ku 200 hezar hebên kaptagonê pêrebûn girtin.

Hêzên Asayîşê ji bo pêşîgirtina hewildanên ku herêm veguhere navenda bazirganiya madeyên narkotîk operasyonênên xwe zêde kiriye.

17’ê Sibatê şaneyên narkotîkê hewildan ku 2 sahrîcên sotemeniyê ku madeyên hişbir li nav bû derbasî herêmê bikin.

Lê Asayîşê kemîn ji wan re çêkir û ew pilan pûç kir.

Asayîşê piştî şopandina di navbera Qamişlo û Hesekê de, 2 ajokarên sahrîcên sotemeniyê ku 200 hezar hebên kaptagonê pêrebûn girtin.

Navenda Ragihandina Asayîşê diyar kir ku piştî agahî û şopandina hêzên wan ya baldar, oparasyon pêk hatiye.

Di encamê de, 2 ajokarên sahrîcê û bi wan re, 200 hezar hebên kaptagon hatine desteserkirin.

Asayîşê di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê dayî de wiha got:

“Hêzên me ji her demê bêtir erka xwe ya têkbirina her cure qaçaxçî, bazirganî, belavkirina hişbirê pêk tînin.

Ev yek jî bi armanca pêkanîna civakek ewle û bê narkotîk pêk tê.

Back to top button