Kurdistaniyên li Ewropa li ber avahiya CPT’yê dest bi çalakiyê kirin

Di derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo, li ber avahiya CPT’yê dest bi çalakiya bi sê rojan hat kirin. Gelek nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk beşdarî çalakiyê bûn û bang li CPT kirin ku derbarê rewşa li Îmraliyê de demildest daxuyaniyekê bidin. Her wiha di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li bajarê Cinêv yê Swîsreyê jî çalakiya rûniştinê ku ev du sal in dewam dike îro jî hate lidarxistin. 

Piştî Rêber Apo hevdîtin bi CPT’yê re red kir, li gelek cihan çalakî tên li darxistin.

Li ser banga seferberiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa KCDK-E’yê, Kurdistaniyan li ber avahiya CPT’yê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi çalakiya bi sê rojan kirin.

Kesên hilbijartî yên li Ewropayê dimînin û gelê ku ji Swîsreyê hatin, tev li çalakiyê bûn.

Li vir ji aliyê nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk ve axaftin hatin kirin û daxuyanî hate dayîn

Di axaftinan de îşaret bi xetereya li ser jiyana Rêber Apo hate kirin û bang kirin ku CPT divê têkildarê mijarê, demildest daxuyaniyekê bide.

23 Meh in li ber ny li dijî tecrîdê çalakî tê lidarxistin

Li aliyê din du sal in ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Ji 25’ê Çileyê 2021’î heta bi niha Kurdistanî her roja Çarşemê li dora konê berxwedanê ku li qada Place des Nationsê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye li çalakiya rûniştinê dewam dikin.

Îro jî çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Aşirbayev û Erdal Atasoy axivîn û ev tişt gotin:

“CPT ya ku di bin kontrola NY û hêzên rojavayî de ye dengê xwe ji gefên li ser jiyan û ewlehiya Rêbertiya me re nake.

Ev sazî û dewlet divê baş bizanin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya Kurdan û Kurdistanê ye.

Kurd çawa berê li Rêbertiya xwe bûbin xwedî wê îro jî li dijî êşkenceya tecrîdê têbikoşin û Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin.”

Piştî axavtinan, çalakgeran pişta xwe da Ofîsa NY’yê û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Back to top button