Nobeta Azadiyê: Xwedîderketina li rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye

Koma Oldenbûrgê di hefteya nû de Nobeta ku 12 sal in ji bo azadiya Rêber Apo didome, dewr girt.
Çalakgeran gotin: “Xwedîderketina li Rêbertî, xwedîderketina li mirovahiyê ye.”
Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li gel Rêberê xwe bin.”

Nobet her hefte ji aliyê welatparêzên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên Ewropayê tên ve tê girtin.

Di hefteya 608’an de Dadaş Kutucu, Delîl Xinis, Hediye Xelîl û Sarya Zerdeşt ên ji bajarê Oldenbûrg ê Almanyayê hatibûn dewr girtin.

Berdevka Komê Dadaş Kutucu diyar kir ku dewleta tirk ji bo têkiliya di navbera Rêber Apo û gelê Kurd qut bike tecrîdê pêk tîne û got:

“Rêbertî rûpeleke nû ya dîrokê vekir.

Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li mirovahiyê ye.

Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li gel Rêberê xwe bin.”

Fransa-Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê di hefteya 603’an de didome

Back to top button