Li Îsraîlê alên Filistînî tên qedexekirin

Polîsên Îsraîlê bi talîmata Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Ben-Gvir alayên Filistînê li seranserê welêt qedexe kirin.

Li Îsraîlê hildana alên Filistînî tên qedexekirin.

Ev eyk jî bi fermana Îtamar Ben-Gvirê Wezîrê Ewlehiya Neteweyî pêk tê.

Ben-Gvir ferman da Rêveberê Emniyeta Îsraîlî da ku li seranserê welêt qedexeya li ser ala Filistînê ya li qadên giştî bê tetbîqandin.

Wezîrê rastgir Ben-Gvir li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de daxuyanî da û destnîşan kir ku armanca wan ew e “li dijî her cure provokasyonên li dijî dewleta Îsraîlê asteng bikin” û “bi hemû hêza xwe li dijî terorêorê şer bikin.

Li gor nûçeyên ku di medyaya Îsraîlê de belav bûne, qedexeya li ser ala navborî, piştî bûyerên ku di dawiya hefteya borî de li gundê Ereb ê Ara yê li bakurê vî welatî pêk hat, derkete pêş.

Şêniyên gund pîrozbahî li berdana kesê ku 40 salin ji ber kuştina leşkerekî Îsraîlî di girtîgehê de mabû pîroz kirin û di vê şahiyê de alayên Filistînê hatin daliqandin.

Pştî ku alayên Filistînê li xwenîşandaneke dijî hikûmetê li Tel Avîvê hatin vekirin, Sokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyva “propagandaya hov” bikar anî.

Hêza polîsan a qedexekirina alan

Qanûna Îsraîlî destûr dide serokê hêzên polîs ku qedexeyek li ser alayan bisepîne.

Ev jî bi egera ew nîşane dikare aramiya herêmê xebara bike ye.

Heta niha, ev desthilat tenê dema ku “gumanek xurt a binpêkirina giran a nîzama giştî” hebe, hate bikar anîn.

Dîtina alên Filistînê ji mêj ve li Îsraîlê bûye mijareke nakok.

Dadgeheke Orşelîmê di Îlona 2021’ê de ragihandibû ku daliqandina ala Filistînê ne sûc e.

Ji aliyê din ve daxwaznameya parêzvanên mafên mirovan ku ji bo protestokirina desteserkirina alayên Filistînê yên li Qudsa Rojhilat ji aliyê polîsên Îsraîlê ve li dijî vê pêkanînê hatibû kirin, ji aliyê dadgeha herî bilind a Îsraîlê ve hat redkirin.

Back to top button