Operasyona “Birûska Cizîrê” di roja 4`an de dewam kir

Operasyona “Birûska Cizîrê” li dijî şaneyên DAIŞ’ê, li herêmên Til Birak û Til Hemîs hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam kir.
QSDʹê ragihand ku di encama lêgerîna îro de, 40 çete girtin û plana êrişê ya çeteyan, hat têkbirin.

Operasyona hevbeş a “Birûska Cizîrê” ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku li herêmên Til Birak û Til Hemîs hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê li ser encamên berdewamiya roja sêyemîn û destpêka roja çaremîn a Operasyonê, daxuyaniyek da.

QSD: Ji doh ve li gundewarê Til Hemîs û  Til Berakê 40 çeteyên DAIŞ‘ê hatine girtin

QSD’ê bal kişandin ser zêdekirina operasyonên lêgerînê û derbarê encamên roja 4’emîn ev agahî parve kirin:

ʹʹDi çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de ku hêzên me bi tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona navdewletî;

Di saetên destpêkê yên îro (roja çaremîn a operasyonê) de, hêzên operasyonê li bajarokê Til Birakê tevgerên şaneyên terorîst şopandin ku hewl didan biçin herêmên dûrî qada operasyonê û cihên xwe biguherin.

Hêzên hevbeş baregeheke endamên terorîst rûxand, tevgera wan sekiandin û 6 çete girtin.

Ev çete ji aliyê dadgehê ve dihatin xwestin, ji ber ku beşdarî pêkanîna çalakiyên terorîst li herêma Hesekê de bibûn.

Li taxên rojhilatê bajar jî, komên terorîst hîs kirin ku hêzên operasyonê nêzîk dibin.

Ji ber vê yekê bombeyeke deng avêtin hêzên me yên ku girtin ser baregeha terorîstan.

Hêzên me 3 çete girtin û wan neçar kirin xwe radest bikin, bêyî ziyan çêbibin.”

QSD’ê li ser berdewamiya bîlançoya roja sêyemîn û sibeha roja çaremîn jî ev agahî pervekirin;

Hêzên hevbeş 40 çete girtin ku operasyonên terorîst bi rêve dibirin, çete bi rêxistin dikirin û desteka lojîstîk û cebilxanê pêşkêşî şaneyan dikirin.

Hêzên hevbeş miqdareke mezin a cilên leşkerî ku endamên çeteyan bi kar dianîn, belgeyên sexte yên bi navên tevgerî yên çeteyan û çek û cebilxane desteser kirin.”

QSD: Pilaneke çeteyan a êrîşa di sersalê de hat têkbirin

QSD’ê bal kişand ser têkbirina pilaneke çeteyan ya di sersalê de û got:

“Hêzên operasyonê hewldana çalakiyeke terorî têk bir ku rêxistina terorîst plan kiribûn ku di pîrozbahiyên sersalê de kiriba.

Ji ber tedîbrên ewlehiyê yên ku hatin girt û derbên ku li şaneyên terorîst hatin xistin, rewş baş derbas bûn.”

Back to top button