Çalakiya Greva Birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan li Girtîgeha Wanê dane destpêkirin, di roja 3. de didome. Malbatên girtiyên nexweş jî dibêjin heya edalet pêk were wê çalakiya xwe bidomînin.

Girtiyên li Girtîgeha bajarê Wanê tên ragirtin, ji bo mirina Remezan Tûran ê 70 salî ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû were lêkolînkirin, 10’ê Sibatê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya ku 140 girtiyan destpêkiribûn kete roja 3’an.

Daxwazên girtiyên din jî wiha ne:

– Rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan.

– Girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên dermankirinê neyên astengkirin.

– Serdegirtinên qawişan ên heftê 3 rojan tên kirin bidawîbibin.

– Lijneya Rêveberî û Şopandinê ya Girtîgehê dest ji raporkirina rewşên kêyfî û xerab berde.

Her roj bi ser koxuşên me de digirtin û heqaret dikirin

Mehmet Bînîcî ku 2’yê Kanûna 2016’an li Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û di 27’ê Çile 2022’an ji Girtîgeha Rihayê derket, ji Ajansa Mezopotamyayê re li ser rewşa girtîgehê axivî.

Mehmet Bînîcî diyar kir ku ji 7’ê Cotmeha 2021’ê ve li girtîgehê konsepteke nû dest pê kiribû û ev konsept dişibe derbeya 12’ê Îlona 1980’an û got,

“60-70 gardiyanan bêyî tiştek bipirsin avêtin ser qawîşê û êriş kirin û gelek hevalên me birîndar bûn.”

Mehmet Bînîcî diyar kir ku heta roja hatibû berdan ev zext û zorî hebû.

Bînîcî bang li gel kir û her kes bibe dengê girtiyan.

Dilşah Alkan: Heya edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome

Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê ya xizmên girtiyên nexweş Dilşah Alkan a 60 salî du meh in bênavber tevlî Nobeda Edaletê dibe.

Dilşah Alkan ku ji bo hevjînê wê girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê 68 salî di Girtîgeha Wanê de bê berdan, tevlî nobedê bûye, her hefte diçe girtîgehê cem hevjînê xwe.

Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî zext û zoriyan têdikoşe û niha jî di Nobeda Edaletê de dibe dengê girtiyên nexweş.

Dilşah diyar kir heya edalet pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin.

Back to top button