Çeteyan revandin ji xwe re kirine wekî karekî rojane û li ser kesên ku direvînin jî fidyeyê digrin.
Hate diyarkirin ku çeteyan 4 welatiyên din li Efrîna dagirkirî revandine.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku komên çete li deverên cuda li Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin e.
Çeteyên El-hemzat welatiyê bi navê bi navê Ibrahîm Mistefa ji gundê Coqah revandin.
Hate diyarkirin çeteyan ji ber ku Mistefa doza mal û milkên xwe ji wan kiriya ew revandine.
Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî jî 4 welatî revandin.
Navên kesên hatine revandin jî wiha ye:
Bedir Xan Mihemed ji gundê Meydan Ekbez.
Asya Heyder, Ebdo Heyder û Cîhad Heyder ji Racoyê ne.
Tora Çalakvanên Efrînê da zanîn çeteyan bi behaneya ku ev kes beşdarî xwepêşandanan bûne ew revandine û heya niha jî aqûbeta wan ne diyar e.
Çeteyan 26 darên zeytûnê li gundê Kefer Zêt birîn
Li aliyekî din jî birîna daran dewam dike.
Çeteyên El-hemzat 26 darên zeytûnê li gundê Kefer Zêtê birîne.
Ew dar jî milkên welatiyên bi navê: Ferîd Cimo, Omer Şemo û Adil Hemo ne.