HDP: Xwarina kevin didin hevalên me

Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolû, li ber Midûriyeta Polîsan a Enqerê diyar kir ku xwarinên kevin didin hevalên wan û ji rewşa girtiyan deshilat berpirse.

Ji bo rêveberên HDP’ê yên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin binçavkirin û ji 25’ê Îlonê ve dibin çavan de ne, li ber Midûriyeta Polîsan a Enqerê daxuyanî hat dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku ew dixwazin derbarê rewşa hevalên xwe yên dibin çavan de agahî bigirin, lê ev daxwaza wan tê redkirin û wiha bertek nîşan da:

Ev 5 rojin hevalên me di hûndir de ne.

Em tên vê derê, lê agahiyê nadin me.

Ev lêpirsîn veguheriye, lîstikeke pir qirêj.

Li Midûriyeta Polîsan pirsgirêka xwarinê heye.

Xwarinên kevin didin hevalên me.

Kerestecîoglû, anî ziman ku ger di van şert û mercên pandemiyê de, tiştek bi jiyana hevalên wan were, berpirsiyar deshilate.

Back to top button