Hêzên Asayişê ragihand ku li Minbicê çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin û 3 çeteyên din jî hatin girtin.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê ev agahî parve kir.
Saziya ewlehiya giştî agahiyên belgekirî derbarê 4 kesên di nava şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê de şopandin û berbanga vê sibehê bi ser cihên wan de girtin.
Di serdegirtinê de çeteyekî êriş kir û di encamê de hate kuştin, 3 çeteyên din jî hatin girtin û tiştên li gel wan hatin desteserkirin.
Asayişê diyar kir ku li gorî lêpirsîna destpêkê, van çeteyan li bajêr û gundewarên wê gelek êriş pêk anîn e.