REWŞA ÇALAKGERÊN LI GIRTÎGEHÊ GIRAN BÛYE

Rojnamevan Kîbariye Evren a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di grevê de ye giran bûye.
Evren dema dikuxe xwîn davêje.

Çalakiya rojnamevan Kîbariye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê despêkirî di roja 114’an de ye.

Rewşa tendurstiya wan giran bûye.

Di serdana îro ya malbatan bi girtiyan re kirî, agahî dan ku rewşa wan giran dibe û êdî di tevgerê de zoriyê dikişînin.

Li gorî agahiyên malbatê dayî;

Kîbariye Evren ji hefteya borî ve êdî pir dikuxe.

Bi kuxînê re xwînê ji devê wê tê.

Di asekî bilind de bêtaqe, ser êşî, êşa hestî, bêxewî û di rêveçûnê de pir zoriyê dikişîne.

Xizmên girtiyan anî ziman ku rewşa Kîbariye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez ên ji 16’ê Kanûnê ve di grevê de ne giran e, her 3 girtiyan jî tedawî doxtoran red kirine.

Leave a Reply

Back to top button