HPG: Dagirkerek hate cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên gerîlade leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, derb li helîkoptereke êrişê û 7 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

Li Herêma Rojava yê Zapê

17’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin.

Di encamê de dagirkerek hate ceza kirin.

Her wiha bi gelek çalakiyên cuda li heman herêmê 7 çeperên dagirkeran jî hatin derpkirin.

HPG’ê diyar kir li herêma Metinayê jî hêzên wan dest li liv û tevgera helîkopteran werdan û got:

Bi çekên nîv otomatîk derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.

Derêbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiyê de da zanî qadên berxwedanê gelek caran bi helîkopteran û topan hatin bombekirin.

Back to top button