Hunermend Rêber Îsa bi merasîmekê hate bibîranîn

Hunermend Rêber Îsa ‘Rêber Agirî’ di yekemîn salvegera wefata xwe de li Amûdê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Hunermend Rêber Îsa 18`ê Îlona borî dema ji şahiya vekirina navenda çand û hunerê ya gundê Sinceq Sedûn vedigeriya, qeza kir û jiyana xwe ji dest da.

Îro salvegera Yekemîn a şehadeta Rêber Îsa ye.

Navenda Çand û Huner ya Amûdê bi merasîmekê Hunermend Rêber Îsa bi bîr anî.

Di merasîmê de hevalê wî yê Koma Agirî Elî Mensûr axivî û bal kişande li ser têkoşîna wî.

Pişt re kurê hunermend Rêber, Alan Îsa axivî û destnîşan kir ku ew dest ji têkoşîna bavê xwe ya di oxira pêşxistina hunera Kurdî de bernade.

Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî jiyana hunermend Rêber Îsa hate pêşandan.

Her wiha Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî diyarîyek da malbata wî.

Piştî bidawîbûna merasîmê, beşdaran serdana gora hunermend Rêber Îsa a li Goristana Şermûla ya li Amûdê kir.

Back to top button