
Şervanên YBŞ’ê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li şehîdgeha çiyayê Şengalê bi merasîmeke bi heybet û bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê hatin oxirkirin.
Fermandar û şervanên YBŞ û YJŞ’ê, endamên rêveberiya xweser a Şengalê, nûnerên pêkhateya Ereb jî beşdarê merasîmê bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn îşaret bi berpirsyariya hikûmeta Iraqê kirin û bêdengiya wê hate şermezarkirin.
Bi navê Fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî wiha axivî:
“YBŞ baş dibîne ku êrişên siyasî, çandî, leşkerî li ser civaka me hene.
Soza me ji şehîdên me û gelê me re ye ku heya dawiyê em girêdayî civaka xwe û şehîdên xwe ne.”
Endamê Saziya Mabatên Şehîdan jî Hemed Bişar jî bal kişande li ser berxwdana Şengalê û wiha got,
“Em wekî civaka Êzidî emê li hemberî êrişên dijmin bisekinin.”
Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.