Jinên Siwêdayê banga bidawîkirina serdema zordestiyê kirin

Di hefteya 5’an de li Siwêdayê xwepêşandan didomin.

Serhildana xelkê Siwêdayê ya li Qada El Kerame mehek li pey xwe hişt.

Xelkê bajêr, ji bo pêkanîna biryara 2254’an, xurtkirina nenavendîbûnê bi rêya avakirina hêzeke nîştimanî ya demokratîk, serbestberdana girtiyan û başkirina rewşa jiyanî, li qadan e.

Jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûne jî dibêjin heta bi dawîkirina serdema zordestîyê û pêkanîna daxwazên wan ew ê li qadan bin.

Şêniyên gundê El Mecdel ê Siwêdayê jî bang li gundiyan kirin ku li pêşiya avahiya şaredariyê kom bibin û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

Çalakvana jin ya bi navê Raqiye El Şair jî diyar kir ku jinên bi awayekî çalak cihê xwe di xwepêşandan de digirin û got: “Jin dixwazin di qada siyasî û aborî de bibin xwedî rol”

Raqiye bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê di meha 2. de dewam dike

Back to top button