Rêxistina Mafê Mirovan a Kobanê: Divê dewleta Tirk were cezakirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve wek sûcekî şer pênase kir.

Rêxistinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê dosyaya çemê Firatê ji Meclisa Ewlehiyê re bê şandin da ku sûcên bi vî awayî werin sekinandin.

Rêxistinê anî ziman ku dewleta Tirk sûcên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tîne û li gel vê jî cîhan bêdenge.

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû pîvan û lihevkirinên navneteweyî û herêmî binpê kir û ava çemê Firatê qut kir.

Bi vê yekê jî jiyana mirovan dixe xetereyê û zirarê dide ekolojiyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kobanê bang li NY kir ku li dijî siyasetên Erdogan yên qirêj bêdeng nemînin û dewleta Tirk ceza bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Nîsanê ve rêjeya ava Firatê kêm kiriye.

Back to top button