ÇALAKIYA GUVEN DI ROJA 108’AN DE YE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li Kurdistan û derveyî welat çalakî tên lidarxistin.

Yek ji van çalakiyan ku li cihanê dengê xwe vedaye jî, çalakiya greva birçîbûnê ye.

Çalakiya bi pêşnegtiya Leyla Guven despêkirî di roja 108’an de ye.

Hikumeta faşîst ya AKP’ê ji bo çalakger dest ji çalakiyên xwe berdin li girîtgehan zextên xwe zêde kiriye.

Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven îro di roja xwe ya 108’an de ye.

Yek yek jî dî dîroka têrkoşîna gelê Kurd de weke dirêjtirîn çalakiya greva birçîbûnê tê zanîn.

Guven a ku bi çalakiya xwe bû pêşengên berxwedana armanca şikandina dewleta tirk a dagirker, di demek kin de li girtîgehan jî ev berxwedanî geş bû.

Ev yek bû sedema li beşên din yên kurdistan û derveyî welat jî çalakî werin lidarxistin.

Dewleta tirk a dagirker ku dest û lingên wê li pêşberî berxwedana girtiyan hat girtin xwest bi planekê berxwedanê bi dawî bike.

Di 12’ê Çileyê de hikumeta faşîst a AKP’ê birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinek kin şand greva Îmraliyê.

Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir.

Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê dewam kir.

Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 108 rojin bi biryar çalakiya xwe bidomîne.

LI KURDISTAN Û DERVEYÎ WELAT ÇALAKÎ DIDOMIN

Li kêleka Guven, çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 95’emîn de ye.

Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 69’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 70’yemîn de dewam dike.

Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

LI GIRTÎGEHÊN XEPÊT Û WANÊ ÇALAKGERÊN GREVÊ KIRINE HUCREYÊN YEK KESÎ

Bi taybet hikumeta faşîst a AKP’ê li girtîgehan zextên li ser çalakgeran zêde kiriye.

Li girtîgehên Xarpêt û Wanê, rayedarên girtîgehan girtiyên di çalakiya grevên birçîbûnê de ne kirin hucreyên yek kesî.

Li Hejmarên 1 û 2 yên Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene.

Li gorî agahiyên parêrzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, rayedarên girtîgehê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, kirine hucreyên yek kesî.

Li aliyê din, li gorî agahiyên parêzeran, rayedarên Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê jî, girtî Bahtiyar Kemal Hasan ê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, kirin hucreya yek kesî.

Leave a Reply

Back to top button