KCDK-E: EM Ê 27’Ê SIBATÊ LI BRÛKSELÊ BÊDENGIYÊ ŞERMEZAR BIKIN

27’ê Sibatê Kurdistanî wê li paytexta Belçîkayê Brûkselê bêdengiya hêzên cîhanî li hemberî tecrîdê şermezar bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê banga tevlîbûna meş û mîtîngê kir.

Berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dewam dike..

Tevî ku çalakiya Guven derbasî roja xwe a 108’an bûye jî, saziyên navneteweyî xwe li bêdengiyê danîne..

Kurdistanî ji bo vê helwestê şermezar bikin wê 27’ê Sibatê li paytexta Belçîkayê Brûksel meş û mîtîngê lidar bixin..

Têkildarî mijarê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê biryardariya gelê Kurd a ji bo şikandina tecrîdê bi bîr xist û wiha got:

Berxwedana pêngava “Em Tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin” Li Amed, Hewlêr û Ewrûpayê bi biryardarî didome.

Carek din em diyar dikin, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye ber sînorê mirinê. Jiyana çalakgeran di destê me de ye. Eger em li gel wan li ber xwe bidin, mil bidin milê wan û têbikoşin em ê jiyana wan rizgar bikin.

Hevserokatiya KCDK-E ragihand ku berdêla wê giran be jî ew heta şikandina tecrîdê ranewestin û wiha dewam kir:

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me û her wiha ji bo parastina jiyana berxwedêran em li Ewrûpayê bikevin pêvajoya têkoşînê ya bêdawî de. Her kesê dibêje ez Kurd im, her jin, her ciwan, her şoreşger û sosyalîst divê beşdarî pêvajoyê bibe.
Em bang dikin ku roja 27’ê Sibatê ti kes neçe kar û dibistanê û ji bo rizgarkirina jiyana çalakgerên greva birçîbûnê beşdarî meş û mîtînga li Brukselê a li pêşiya saziyên navneteweyî bibe.

Leave a Reply

Back to top button