TAJÊ ji bo darizandina malbata Barzanî name şand

Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê ji bo darizandina Mesrûr Barzanî û neviyên Barzanî ya ji ber sûcên wan, gilî li Dadgeha Federal a Amerîkayê kir.
Yek ji sûcên Mesrûr Barzanî pê tê dadgehkirin sûcê jenosîd e.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ jî giliyê PDK’ê kir û daxwaza darizandina PDK’ê ji ber jenosîda Şegalê kir.

Di 30’ê Çileya 2024’an de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Amerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî kir.

Mesrûr Barzanî û neviyên wê 25 tometên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, êşkencekirina welatiyên Amerîkî, jenosîd, bazirganiya madeyên hişbir tê dadgehkirin.

Li ser gilîkirina rêxistinê Dadgeha Federal a Amerkayê jî di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva tometên li ser wan bide.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî bi nameyek piştgirî da Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê û xwest malbata Barzanî ji ber sûcên xwe yên jenosîd a li dijî Şengalê bê dadgehkirin.

Nameya TAJÊ wiha ye:

” We Rêxistina Sindûqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Berzaniyan bi 25 xalan tometên ku yek ji wan jenosîd e ji Dadgeha Federal a Amerîka re gilî kiriye.

Em destpêkê dixwazin diyar bikin ku em vê gavê taybet mijara dadgehkirina PDK’ê ji bo sûcên dijî civaka Êzidî, jinên Êzidî, gelek girîng û erênî dibînin.

TAJÊ: PDK îxanetek dîrokî li civaka me kir

Em civaka Êzidî di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hatin.

Fermana herî dawî 3-8-2014’an ku bi destê dijminê mirovahiyê DAIŞ, hevkarê wê PDK û dewleta Tirk pêk hat.

Di encama vê fermanê de bi hezaran mirov me hatin kuştin, revandin, nêzî 7 hezar jin û zarok dîl ketin destê DAIŞ’ê.

12 hezar pêşmergeyên PDK’ê bê ku fîşengek biteqînin li şengalê Reviyan û radest DAIŞ’ê kirin.

Cîhan hemû dizane kê xiyanet li civaka me Êzidî kir û kê rizgar kir..”

TAJÊ: Divê PDK ji ber sûcên xwe yê jenosîda Şengalê were darizandin

Di dawiyê de TAJÊ daxwaza dadgehkirina PKD’ê kir û got:

“Em dibêjin dem dema edaletê ye, li ser vê bingehê daxwazên me wiha ne:

1- Bila grûbên serbixwe bên serdana Iraqê û bi taybetî li Îraqê serdana Şengalê bikin.

2- PDK li ser sûc, kiryar û xiyaneta li hemberî civaka Êzidî ya 3.8.2104’an kiriye bê dadgehkirin.

Li Dadgeha Amerîkayê ji ber 25 giliyan doz li Mesrur Barzanî hatiye vekirin

Back to top button