UNICEF: Ji 60 welatan 28 hezar zarokên biyanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne

Piştî Rêveberiya Xweser bang li welatên cîhanê kir ku zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên xwe bigirin, UNICEF’ê daxuyanî da.
Rêxistina UNICEF ya NY ragihand ku, ji 60 welatan 28 hezar zarokên biyanî li bakur rojhilatê Sûrî ne.

 

Berdevka UNICEF’ê Marîksî Merkado di daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku, ev zarok ên 60 welatên cîhanê ne û ji 28 hezaran, 20 hezar ji wan zarokên welatiyên Iraqî ne.

Berdevka UNICEF’ê her weha got, dibê ku hêjmar ji vê zêdetir be.

Herî dawî Rêveberiya Xweser 3 zarokên Birîtanî û yek jî Denîmarkî radestî welatên wan kir.

Her weha Rêveberiya Xweser gelek caran eşkere kir ku li Kampa Holê ya bajarê Hesekê bi qasî 63 hezar jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene û hişyarî li welatên cîhanê kiribû ku welatiyên xwe werbigirin.

Rêveberiyê her weha bang dike ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî bi awayekî lezgîn dadgehek navdewletî were vekirin.

Leave a Reply

Back to top button