Ciwanên Kurd ên li Yûnanistanê dest bi meşeke dirêj kirin

Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan, ciwanên Kurd ên li Yûnanistanê dest bi meşeke dirêj kirin.

Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê dest pê kir wê sê rojan dewam bike.

Bi dehan ciwan bi dirûşma “Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye” li bajarê Lavrîoyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.

Bi sedan kesî jî piştgirî dan çalakiya ciwanan.

Roja destpêkê ya meşê wê li bajarokê Marco Polo bi dawî bibe.

Ciwan plan dikin ku 10’ê Cotmehê bigihêjin Atînayê û wê bi beşdariya girseya gel ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.

Back to top button