Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa leşkerî ya Suryanî Seîd Ebid El-Ehed li goristana şehîdên Suryanî û Aşûrî oxir kirin.
Şervanê Meclisa leşkerî ya Suryanî Seîd Ebid El-Ehed bi nasnav Esro Hesekê di berxwedana rûmetê de şehîd bû.
Girseya gel cenazeyê şehîd Seîd Ebid El-Ehed ji pêşiya Meclisa malbatên şehîdan wegirtin û bi keranan ber bi goristana şehîdên Suryan Aşûrî li taxa El-Nasira ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişên xwe wê nikaribe gelê sûrî tine bike.
Di dawiya axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.
Girseya gel cenazeya Seîd Ebid El-Ehed bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.