“Em ê hêzê li ser sînorê Tirkiyê û Îranê bi cih bikin”

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand ku ji bo bicihkirina hêzên li ser sînorên Iraq ya bi Tirkiye û Îranê re, pêngavên bilez tên avêtin. Li Hewlêrê jî Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nîcirvan Berzanî ku rojane bombebaranên dewleta Tirk li ser axa xwe dibînin, teiyînkirina konslosê nû yê Tirk li Hewlêrê pîroz kir

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî derbarê bicihkirina hêzê li ser sînorên Iraqê bi Tirkiye û Îranê re ji medya Iraqê re axivî û got:  ‘Me ji bo bicihkirina hêza li ser sînorên Iraqê pêngavên bilez avêtine.

Bi şertê ku Wezareta Karê Hindir diyar bike, weke qonaxa yekem 3 hezar karmendên parêzvanên sînor wê werin erkdarkirin.’

Li aliyê din, ji şûna ku dewleta Tirk li ser bombebarankirina axa başûr were hişyarkirin, pêşwazî lê tê kirin.

Di vê çarçoveyê de, serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsolosê dewleta Tirk a dagirk yê nû li Hewlêrê civiya.

Nêçîrvan Barzanî bi konsilosê Tirk li Hewlêr re civiya

Nîçirvan Berzanî ji ber erka konsolosê nû yê Tirk ew pîroz kiriye.

Back to top button