Li Bexda bombe bi karwanê hêzên Îraqê de teqiya

Li bajaroka Tarmiye ya paytexta Iraqê Bexdayê bi karwanek hêzên Iraqê ve bombeyek teqiya û efserekî jiyana xwe ji dest da. Li Kerkukê jî çeteyekî Daiş hat girtin.

Îro li bajarokê Tarmiye ya paytexta Iraqê Bexdayê bombeyek bi karwanekî hêzên Iraqê ve teqiya.

Di teqînê de efserekî jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku navendên polistan didin, tevî opasyonên tinekirina paşmayên DAIŞ’ê jî hîn şaneyên DAIŞ’ê li bakurê Bexda çalak in.

Çeteyekî DAIŞ’ê li Kerkûkê hate girtin

Herwiha di çarçoveya operasyonên li dijî Daiş’ê jî li navçeya Hewîce ya Kerkûkê çeteyek DAIŞ’ê hatiye girtin.

Back to top button