Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

Baroya Amedê ji bo hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyê da û xwest ji bo rakirina tecrîdê demildest bikevin tevgerê. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî bertek nîşanî tecrîdê da û got: “Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê serî li cihên pêwist bidin..”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de ragihand ku Rêber Apo hevdîtina bi CPT re red kiriye.

Li ser vê yekê Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên gelek bajarên Bakurê Kurdisanê û Tirkiyê serî li baroyan dabûn ku ji bo hevdîtin pêk were, bikevin nava hewldanan.

Di vê derbarê de,baroya Amedê bi boneya hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyê da.

Baroyê aşkere kir ku tevî 107 endamên wan bi daxwaza pêkanîna hiqûqê roja Duşemê serlêdan kirine.

Baroya Amedê: Divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were

Di daxwaznameyê de ji Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan hatiye xwestin ku ji bo şert û mercên tecrîdê demildest bikevin tevgerê û bi erka xwe rabin.

Di serlêdanê hatiye bibîrxistin ku mafê Rêber Apo yê hevdîtinê ku bi Qanûna Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewrupayê hatiye mîsogerkirin, hatiye binpêkirin.

Baroyê destnîşan kir ku ew dixwazin qedexeya li pêşiya parêzeran bê rakirin da ku bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin

Serokê Baroya Şirnexê rojhat dîlsîz

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî têkidarî tecrîd û serlêdanan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

“Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê hewldanên me hebin”

Rojhat Dîlsîz diyar kir ku di hiqûqa navnetewî de cihê tecrîda li dijî Rêber Apo tê meşandin nîne û got:

“Bi taybetî ji ber van pêkanînên li dijî hiqûqê daxwazên parêzeran çêbûn.

Em daxwazan dinirxînin.”

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, da zanîn ku ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê serî li rayêdar û cihên pêwîst bidin û wiha bi dawî kir:

“Ji ber ku Abdullah Ocalan aktorekî ku bandora wî li ser girseyan heye, em rast nabînin ku bi vî awayî were tecrîdkirin. “

Back to top button