HPG: Li Botan û Zapê 9 dagirker hatin kuştin

HPG ragihand ji bo silavkirina berxwedana gerîlayên li tunelên şer, li Botan û Zapê li arteşa tirk dane. Di encama çalakiyên hêzên gerîlayan de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Li gorî vê,

“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê de, 13 Mijdarê;

Atêşa Tirk a dagirker li qada Girê Hirmo yê herêma Cûdî ya Botanê dest bi tevgera operasyonê kir.

15’ê mijdarê hêzên gerîlayan artêşa Tirk a dagirker xistin kemînê û bi çalakiya sabotajê li wan dan.

Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin

Di heman demê de gerîlayan bi sabotajê li dagirkerên li Girê Şehîd Firat jî xistin.

Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Dagirkeran piştî çalakiyan, kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji herêmê rakirin..

HPG diyar kir ku ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana gerîlayên li tunelên şer, ji aliyê tîmên YJA Starê ve hatine lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; 13 Kanûnê,

li nahiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên gerok ên gerîla bi çekên giran û sûîkastê li dagirkeran dan

Li vir jî 5 leşkerên dagirker hatin kuştin 2 dagirker birîndar bûn.”

Têkildarî êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG ev agahî dan:

“Qadên berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi tank û çekên giran hatin bombebarankirin.”

https://anfkurdi.com/kurdistan/ji-botane-heta-bi-zape-calakiyen-gerila-9-dagirker-hatin-cezakirin-164276

Back to top button