17 Kanûnê li Silêmaniyê li dijî çekên kîmyewî meşa girseyî tê lidarxistin

Însiyatîfa Têkoşînê Dijî Dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku wê li Silêmaniyê li dijî bi karanîna çekên kîmyawî ji aliyên dewleta Tirk ve meşeek girseyî lidar bixin.

Însyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkeriyê, li dijî dagirkerî û êrişên li ser Başûrê û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Endamê Însiyatîfê Nebez Xelîl ku daxuyanî xwend, got: Çarenivîsa gelê Kurd û rizgarbûnê li çar parçeyên Kurdistanê bi heve girêdaye.

Dewleta Tirk bi çekên kîmyawî û bi alîkariya NATO’yê li Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla û gelê me dike.

Em dixwazin li dijî vê dagirkerî û êrişan ji bo Kurdistanê bibin hêvî û helwesta xwe nîşan bidin.’

Nebez Celal bang li hemû gel, rêxistin û aliyên siyasî kir da ku tevlî meşa 17 Kanûnê li Silêmaniyê bibin..

Meş wê 17’ê Kanûnê di saet 02:00’an de li ber Baxa Giştî ya Silêmaniyê were lidarxistin.

Back to top button