Amne Xidro: Kuştina Jîna sûceke li dijî mirovahiyê ye

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê, Amne Xidro piştgiriya xwe bi jinên Îranê re teqez kir. 

Amne Xidro, sûcên li dijî jinan, kuştin, tundî, îşkenceyê û kuştina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kir û got:

“Kuştina Jîna Emînî ne tiştekî asayî ye, ev sûceke li dijî mirovahiyê ye. Em li dijî van binpêkirinan in.”

Amne anî ziman ku xwepêşandanên jinên li Rojhilat ne ji bo avêtina hîcabê ye, lê ji bo têkbirina zordestiyê ne.

Dawiyê Amne Xidro piştgiriya xwe bi jinên Îranê re teqez kir û ev bang kir:

”Divê hemû jin li ser fikrê Rêber Ocalan bimeşe û li hemberî desthilatdaran serî hilde, îradeya wê naşkê.”

Back to top button