Corona..Li Iraqê jimara qurbaniyan bû 27 kes

Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistan û welatên cîran jî rewş hemane.

Li Silêmaniyê jî 6 kesên din bi vîrûsê ketin.

Li Amedê vîrûs di 9 kesan de hat tesbîtkirin û li Îranê jî jimara kesên bi vîrûsê ketine, 2 hezar derbas kir.

Vîrûsa corona hîna jî li welatên herêmê belav dibe.

Di 24 saetên dawî de, qurbaniyên nû jî li bîlançoya herêmê hat zêdekirin.

Wezarerta Tendirûstiyê ya Iraqê diyar kir ku 50 kes nû bi vîrûsê ketine.

Ji ber vîrûsê li bajarên Kerbela, Mûsil û Silêmaniyê 4 kes mirine.

Li gorî vê bîlançoyê jî li Iraqê heta niha 316 kes bi vîrûsê ketine û jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bû 27 kes.

Bîlanço li Tirkiyê giran dibe

Li Tirkiyê her ku diçe jimara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe.

Ji ber vîrûsê 7 kesên din jiyana xwe ji dest dan..

Bi vî awayî heya niha li Tirkiyê 44 kes bi vîrûsê mirine.

Her wiha hezar û 872 kes jî bi vîrûsê ketine.

Yek ji cihê vîrûs lê belav bûye jî Amed e.

Li Amedê heta niha di testa xwîna 9 kesan de vîrus hat dîtin.

39 kes jî bi gumana vîrusê rakirin nexweşxaneyê.

Li Îranê jimara kesên bi vîrûsê ketine 2 hezar derbas kir

Li Îranê jî bîlançoya corona her ku diçe giran dibe.

Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 206 kesên din bi virûsa ketin û 143 kesan jî, jiyana xwe ji dest da.

Jimara giştî ya qurbaniyan derket 2 hezar û 77 kesan, jimara kesên bi virûsê ketin jî, bû 27 hezar û 17 hezar û 625 kesên bi vîrûsê ketibûn, baş bûn.

Back to top button