
Dagirkeriya dewleta Tirk îro careke din gundên Eyn Îsayê topbaran kirin.
Îro di saetên sibehê de, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Topeke neteqiyayî li taxa Sîna’a ya Eyn Îsayê hat dîtin.
Li gorî agahiyan topa neteqiyayî 30 kîlo ye û bi dirêjahiya nîv metre ye.
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro jî bi çekên giran derdora riya M4 û gundê Seyda yê Eyn Îsa topbaran kirin.
Dagirkeran li gundê Qasimiyê yê Til Temirê hejmareke xanî şewitandin
Her wiha îro di saetên êvarî de, artêşa Tirk û çeteyên wê, li gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê hejmareke xanî şewitandin.
Li gorî çavkaniyan, gundê Qasimiyê ji ber hilweşandin û diziya çeteyan bi temamî wêran bûye.
Ev deh heftî ne bê rawestandin, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe ser navçeya Eyn Îsa û gundên derdora rêya M4 didomîne.
Beriya niha jî di êrîşên dagirkeriyê ser taxên naçveya Eyn Îsayê 6 sivîl jiyana xwe ji dest dabû û 16 kesên kes birîndar bibûn, ku nava wan zarok û jin hebûn.