Blinken: Îran dikare di nava hefteyekê de çekên Nûkleerî hilberîne

Mijara bernameya nûkleerî ya navbera Amerîka û Îranê de careke din alî anîne pêşberî hev.
Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, di mijarê de dixwaze lezê neke û polîtîkayek qezenckirina demê bimeşêne.
Hikumeta Tahranê ji vê yekê bihêrse.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken daxuyakirin ku ger Îran li gorî bernameya nûkleerî ya 2015’an ku hatî îmzakirin nemeşe, dibe ku di nava hefteyan de uranyum ya ku ji bo çekên nukleerî pêwiste hilberîne.

Blinken di axaftina xwe ya bi televsiona NBC re têkildarî mijarên rojevê nirxandin kir.

Blinken li ser pirseke ku wê careke din li peymana bi Îranê re vegrin wiha got:

Ger Îran şertên hatine diyarkirin pêk bîne, DYA dixwaze li peymanê vegere.

DYAtêkliyên bi Siûdî re ber çavan re derbas dike

Blinken îşaret bi têkliyên Waşîngton yên bi Riyadê re kir û li ser polîtîkaya rêveberiya serokê DYA Joe Biden ya nû ev tişt anî ziman:

Niha li ser têkliyên navbera Amerîka û Siudiyê yên di rewşa heyî de lêkolînek pêk tê.

Ev têklî çiqasî li gorî berjewendiyên DYA û rêgezên wê çiqas bi hevre guncawin tê temaşekirin.

Îran: Di mijara Nûkleerê de ye dikare bibe navbeynkar

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf ji CNN Înternatîonalê re li ser mijarê bernameya peymana nûkleerî ya navbera Tahran û Waşîngtonê de axivî.

Cewad Zarîf diyar kir ku YE karên têkildarî peymanê dikare kontrol bike.

Zarîf pêşniyar kir ku menakîzmayeke nû bê avakirin û ev yek jî divê ji bo vegera DYA û Îranê li peymanê û koordînekirina vî karî be.

Zarîf îdîa kir ku Komîserê Bilind ê YE yê ji Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Josep Borrell جوزيب بوريل dikare vê wezîfeyê bi cih bîne.

Back to top button