Rûsya..Dadgehê wê biryara cezayê Navalny diyar bike

Serokê Mixalfên Rûsya Aleksey Navalny ji ber cezayên beriya niha lê hatine birîn, derketiye pêşberî dadgehê.
Dozgerî wê biryara cezayê Navalny diyar bike.

Polêsên ku li paytext Moskova tevdîrên zêde girtî, li derdora dadgehê nahêle çûk bifirin.

Heta niha zêdeyî 200 alîgirê Navalny yên li pêşiya avahiya dadgehê kom bûyîn hatin binçavkirin.

Tevî polîsan li derdora avahiyê, polîsên siwarên hespan jî hene.

Li kolanên paytextê tevdîrek zêde ya ewlekarî heye.

Aleksey Navalny yê 44 salî di sala 2014’an de bi hinceta pere aniye ser hesabê xwe 3,5 sal ceza lê hatibû birîn.

Lê ev ceza hatibû rawestandin.

Dadgeh wê îro li ser erêkirina ceza wê pêk were yan na biyara xwe diyar bike.

Back to top button