Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû

Çend rojin li Îtalyayê ji ber sedema lehiyê windahiyên canî çêdibin.
Îro jî hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi rojane li bakurê Îtalyayê baraneke zêde dibare.

Ji ber baranê felaketeke mezin a lehiyê rû da.

Ji gelek herêman bi hezaran kes ji ber lehiyê hatin veguhastin.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 9 kesan.

Gele kes jî winda bûne.

Li gorî rayedarên xwecihî zêdeyî 10 hezar kes hatin veguhastin.

Ji dîmenan tê dîtin ku wesayit bi temamî di binê avê de mane.

Ji ber ku av di ser çem re fûriya, golên mezin çêbûn.

Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni derbarê lêhiyê de daxuyaniyekê da û got:

“Hikûmet rewşê dişopîne û ji bo alîkariyên pêwîst amade ye destwerdanê bike.”

Back to top button