Helebceyî: Em serbilindin li kêleka şervanan beşdarî rizgarkirina Kobanê bûn

Rêveberê Giştî yê Dijterorê ya Silêmaniyê Wehab Helebceyî bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê got: “Em serbilind in ku li kêleka şervanan beşdarî rizgarkirina Kobanê bûn.”

Sala 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk ya dagirker êrişî Kobanê kir.

Piştî berxwedana 134 rojan ango 26’ê Çileya 2015’an, Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Endamê Serokatiya YNK’ê û Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê ya Silêmaniyê Wehab Helebceyî bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê peyamek belav kir û wiha got:

“Em îro serkeftina îradeya gelan û rizgarkirina Kobanê ji destên terorîstên DAIŞ’ê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di dewama peyama xwe de Helebceyî diyar kir ku li Kobanê hate îspatkirin dema ji kîlometreyek çargoşeyî kêmtir di dest de bimîne jî, lê ger yekitî û îrade hebe hê jî hêviya serketinê heye û perspektîf zelalin.

Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê ya Silêmaniyê Wehab Helebceyî serbilindiya xwe ya ji ber têkoşîna li kêleka şervanan ji bo rizgarkirina Kobanê dayîn anî ziman û wiha pê de çû:

“Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi giştî û bi taybet hêzên Dijeterorê şanaziya wê yekê jiyan dikin ku ji destpêka şerê Kobanê heta azadkirina tevahiya bajêr, li kêleka şervan û hemû hêzên parastin û azadkirina Kobanê de cih girtin û têkoşîn kirine. Ev wê di dîroka gelê me de bi serbilindî bê nivîsandin.

Li qada şer a berxwedanê, mil bi mil, çîroka ku wê di dîroka gelê me de bi serbilindî bê nivîsandin, hate tomarkirin.”

Rêveberê Giştî yê Dijterorê ya Silêmaniyê Wehab Helebceyî herî dawî, hemû şehîdên ku bi xwîna xwe beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûne bi bîr anîn.

Back to top button