QSD: Dewleta Tirk hewil dide qadên nû dagir bike

Navenda Çapemenî û Ragihandina QSD’ê encamê 24 saetên dawî yên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. QSD’ê careke din destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnagere û dixwaze herêmên ku dagirkiriye berfireh bike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û Berxwedana Rûmetê ya li dijî vê hatiye nîşandan bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin.

Li êniya Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayên wê bi çekên giran, balafirên bê mirov û hêzeke mezin ê leşkerî bi armanca ku dagir bikin êrîş birin ser gundên Dawûdiyê û Êrîşa yên ku sivîl lê dimînin.

Piştî êrîşê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî û komên çete de şereke giran rû da û ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî hin ji wan şehîd ketin û birîndar bûn, lê hêjmar nehate zanîn.

Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina qadên nû yên li derdora Eyn Îsa û rêya navdewletî ya M4, bi balafirên bê mirov, tank û topan gundewarên vê herêmê bê navber topbaran kir.

Komên çete bi êrîşên xwe hewl didin gundên li vê herêmê dagir bikin, malbat û alîgirên xwe yên ji herêmên din yên Sûrî lê bi cih bikin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî çeperên Hêzên Meclîsa Leşkerî a Sûryanî û herêmên li derveyî çarçoveya agirbestê ne kir û di van êrîşan de 2 şervanên QDS’ê şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button