Gotina ‘dagirkerî’ mohra xwe li hevdîtinê da

Hevdîtina Serokê Emerîka û Tirkiyê bi dawî bû, lê nîqaş û bertekên li dijî Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan bi dawî ne bû. Bi taybet gotina ‘dagirker’ mohra xwe li civînê dabû. Senetorê Komarparêz yê Emrîkî Linsy Graham bertek nîşanî videoya ku Erdogan li ser fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî amadekiribû da û got: Gelo tu jî dixwazî ez vîdeoyekê tiştên leşkerên te anîne serê kurdan nîşanî te bidim?

13’ê Mijdarê serokê Emerîka Donald Trump û serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn.

Tevî ku di ser hevdîtinê re 2 roj derbas bûn, nîqaşên derbarê naverok û danustandinên di civînê de bi dawî nebûn.

Nîqaşa li ser vîdeo ya ku di dema serdana xwe de Serokkomarê dewleta tirk a dagirker ji serokê Emerîka Trump û senatorên komarparêz nîşan dabû jî dewam dike.

Erdogan ji bo Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî weke terorîst nîşan bide videoyek amade kiribû.

Senetor Linsy Graham jî dijî vê yekê bertek nîşan da.

Çapemeniya Emerîka ev nîqaşa di navbera serokkomarê dewleta tirk û senetor Graham de weke nîqaşa ‘dagirkeriyê’ pênase kir.

GRAHAM: ERDOGAN KES QANE NEKIR

Linsy Graham diyar kir ku wan bi videoya Erdogan a nîşanî senatoran daye bawer nekirine û wiha gotiye:

Gelo tu jî dixwazî ez vîdeoyekê tiştên leşkerên te anîne serê kurdan nîşanî te bikim?

Yek ji senatorên din ku gotibû Erdogan bi vê videoyê kes nedaye qanixkirin jî Rick Scott e.

Li gorî nûçeya Axios xala ku mohra xwe li hevdîtinê dayî jî gotina Graham a ‘dagirker’ ku ji bo dewleta tirk li Sûrî bikar anî bû.

GRAHAM: EMERÎKA WÊ TÊKOŞÎNA KURDAN QET JI BÎR NEKE

Graham bi hevdîtineke xwe ya li gel çapemeniya Emerîkî de jî balkişand li ser têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman:

Gotinên ku dibêjin, “tirkiye ji bo DAIŞ’ê bi dawî bibe pir tişt kiriye”, ez bi qebûl nakim.

Di têkbirina li dijî DAIŞ’ê de piraniya xwe kurd 10 hezar servanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Emerîka wê ti carî wan ji bir neke.

Nûçegihanê CNN Ryan Browne jî ev gotinên Graham ragihand:

Em ê YPG û QSD’ê bi tenê ne hêlîn.

Em ê hevkarên xwe bi tenê ne hêlîn.

Em ê hîn zêdetir rê nedin ku dewleta tirk bi awayekî leşkerî hêzê xwe bixe axa Sûrî û qirkirina 300 hezar kurdî ya ser sînor dewam bike.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, di hevdîtinê de senaryoyek weke ‘polîsê baş û polîsê xerab’ hatiye leyîstin.

Leave a Reply

Back to top button