Koordînasyona YPS-JIN daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn li Kurdistanê destavêtin û destdirêjiyê li jin û zarokên Kurdan dike û bi vî rengî hewl dide îradeya gelê Kurd bişkîne.
Koordînasyona YPS-JIN’ê di daxuyaniyê de ev tişt got:
Dewleta Tirk destavêtin û destdirêjiya li Kurdistanê veguherandiye polîtîkaya serî-tewandê li dijî gelê Kurd.
Dewlet li Kurdistanê, bi fûhûş û destavêtinê, êrişî jinan dike û bi vî rengî dixwaze rûmet û îradeya gelê Kurd bişikîne.
Li Şirnexê hewldana destdirêjiya li zaroka Kurd a 13 salî, êrişa li dijî tevahî jinan û nirxên Kurdistanê ye.
Li Kurdistanê xweparastin nebe, jiyaneke bi rûmet ne-pêkane.
Lewma jinên ku bi her awayî êriş li wan tê kirin, divê mafê xwe yê xweparastinê heta dawiyê bi kar bînin.
Koordînasyona YPS-JIN’ê got ji bo azadî û hebûna xwe emê têkoşînê mezin bikin û hesab ji dewleta tecawizkar bipirsin.
Em bang li jinan hemûyan dikin, ku xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û tolê ji mêr-dewletê hilînin.