Ji ber şerê navxweyî li Sûdanê nîştecihên bajarê Babanûsa yê Rojavayê Kordofanê bi neçarî cih û warên xwe berdidin û koçber dibin.
Li bajarê Babanûsa yê Rojavayê Kordofanê ku dikeve başûrê rojavayê welêt, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lez (HDK) de di roja sêyemîn de pevçûnên dijwar didomin.
Derbarê vê yekê de çavkaniyan wiha gotin:
“HDK’ê li cihên niştecihbûnê yên sivîlan belavbûneke berfireh heye,
ji destpêka pevçûnan di destpêka vê hefteyê de, bazar hatine girtin û nexweşxane û navendên pizîşkî rawestiyane.”
Li gorî şahidên niştecihên Babanûsa, pêlên koçberiyê her roj ber bi bajarê El-Fula ya navenda parêzgeha Kordofan a Rojava, berdewam dikin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî,
“Pêdiviyên mirovî li seranserê Sûdanê gihîştine asta rekorê;
hejmara kesên ku hewcedarê alîkariyên mirovî ne di sala 2024’an de wê bigihêje 24,8 mîlyonî, li gorî par 9 mîlyon zêde bû.”
Bi milyonan mirov hewcedarî mal û xizmetên bingehîn ên wekî xwarin, av, stargeh, elektrîk, perwerde, tenduristî û xurekan in.