Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Danyal di 40 rojiya şehadeta wan de bi bîranîn.
Merasîma bîranîna şehîd Leyman û Yusra li goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê li dar ket.
Di merasîmê de, seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û fedekariyên şehîdan û rola wan a pêşeng silav kir.
Evîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina pêşengên şoreşê armanc dike ku vîna jina azad bişikîne.
Di heman çarçoveyê de, pêkhateyên herêmê li goristana Şehîdên Suryan a li taxa Siyahî ya Qamişlo kom bûn û şehîd Firat Danyal bi bîranîn.
Di merasîmê de hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berakat axivî û her sê şehîdan bi bîranî û got:
“Ev êrişên ku li dijî gelên me û gelê Suryan pêk hatiye armanca wê ya sereke, hedefgirtina neteweya demokratîk, biratiya gelan e.”



