Dagirkeriya Tirk li gundê Til Şeîr yê navçeya Tirbespiyê erebeyk kir armca êrişê.
Di êrişa hovana a Dewleta Tirk de, Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê erebeyê Firat Tûma şehîd bûn.
Her weha Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Di encamê de êrişê de, Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê erebeyê Firat Tûma şehîd bûn.
Hevserokê kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû
Her wiha Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî birîndar bû.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li ser êriş û dijminatiya dewleta Tirk û siyaseta wê ya qirkirinê li avahiya meclisê ya li Amûdê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser: Armanc tunekirina pergala Rêveberiya Xweser e
Hevseoka Meclisa Rêveber Vîviyan Osê daxuyanî xwend û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina pergala Rêveberiya Xweser e.
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk naxwaze rastiya DAIŞ eşkere bibe
Hat diyar kirin ku ev êriş hemwextî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê û civîna astanayê pêk tê û ev tişt hat got:
“Dewleta Tirk ku sponseriya terorê dike, naxwaze rastî eşkere bibin.
Rêveberiya Xweser: Hin aliyên herêmî û navneteweyî naxwazin pirsgirêk çareser bibin
Em di serî de ji bo aloziya Sûriyê alîgirên çareseriyê û xwedî proje ne, lê diyar e ku hin hêzên herêmî û navneteweyî naxwazin pirsgirêk çareser bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî hat xwest,
Û hat teqez kirin ew ê heta dawiyê parastina destkeftî û gelê xwe bikin.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî jî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.