Bi vekirina navenda onkolojiyê re barê nexweşa Pençeşêrê sivik bûye

Bi vekirina Navenda Onkolojiyê a Nexweşxaneya Reqayê re barê lêçûn û zehmetiya rêwîtiya ber bi bajarên din ên Sûriyeyê li ser nexweşên Pençeşêrê sivik bûye.heta niha derman bê pere ji bo 8 nexweşan hatiye dayîn. 

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 12’ê Tîrmehê Navenda Onkolojiyê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê vekir.

24 kadroyên tenduristiyê li vê navendê kar dikin.

Berpirsa navenda Onkolojiyê Ahîn Mihemed diyar kir ku ji dema ku navend hatiye vekirin, zêdetirî 130 nexweşên ji seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serlêdan kiriye.

Ahîn da zanîn ku li navendê 8 cureyên dermanên kîmyewî; Methotrexate, Cislin, Cytarabine, Romacin, Etoposide û hinekên din tên pêşkêşkirin û hawildana peydakirina hin cureyên din jî dikin.

Ahîn destnîşan kir ku wan heya niha bê pere derman li 8 nexweşan belav kirine .

Hind Mihemed (50) ku ji sala 2018`an de bi nexweşiya penceşêrê ketiye
Hind dibêje: “Beşa Onkolojiyê dê barê min sivik bike û ez ê bê pere werim dermankirin.”

Navend ji bilî roja înê hemû rojan vekirî ye.

Back to top button