Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî koça dawî kir

Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvanê Lorî Tildarî bi sedema nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê dihat dermankirin.

Lorî Tildarî doh ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.

Lorî Tildarî sala 1957an li gundê Tildarê yê herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû.

Wî sala 1975an dest bi nivîsandina helbestê kiriye û 3 dîwanên wî yên helbestan hene.

Weke endamê HRRK’ê di aliyê ziman wêjeya kurdî de xebat dimeşand.

Çend hunermendên Kurd, weke Cemal Sadûn, Ronî Cezrawî û Bilind Îbrahîm û çend hunermendên din helbestên wî kirine stran.

Back to top button