KCK’ê: Li dijî zilmê bi sekna Huseyînî têbikoşin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya bidawîbûna Rojiya Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan hemûyan kir ku li dijî zilmê bi sekna Huseyînî cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya bidawîbûna Rojiya Mûharremê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê têkîldarî mijarê şehîdên Kerbela û şoreşê bi bîr anî û ev tişt anî ziman:

“Mûharrem qediya ku berxwedana Kerbelayê bi îbadeta rojiyê hate bîranîn.

Yên berxwedana Hz. Huseyîn a li Kerbelayê bi belavkirina loqmayan,

bi rojî û şêweyên din ên îbadetê bi bîr tînin,

xwedî li nirxên gelekî mezin ên mirovahiyê derdikevin.

Lewma jî em dibêjin; bila rojiya 12 îmaman a Canên Elewî bê qebûlkirin,

bila Hz. Huseyîn bibe hevrê, Xizir û alîkarê xêrxwaz û bedewîxwazan. ”

Di dawiyê de KCK’ê bang li Elewiyan hemûyan kir ku li dijî zilma zaliman, bi sekna Huseyînî tevlî têkoşîna demokrasiyê bibin.

Back to top button