Çalakiya kon ya Fezat Eşair a li Minbicê bi dawî bû

Çalakî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî êrişên dewleta Tirk didome. Çalakiya konvedanê ya li dijî êrişan ku li Minbicê hatibû vedan bidawî bû. MSD’ê jî bi armanca nirxandina rewşa herêmê û êrişan civînek ji welatiyên Şedadê re li darxist.

Rêzçalakiyên ku bi armanca şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a qirker li herêmê hatine destpêkirin dewam dikin.

Îro jî li herêmê çalakî hebûn û êriş hatin şermezarkirin.

Çalakiya konvedanê ya bi navê Fezat Eşair ku li Minbicê hatibû destpêkirin îro bidawî bû.

Di roja dawî ya çalakiyê de şêx eşîr, endamên meclisa leşkerî ya Minbicê û endamên sazî û dezgehan beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgerên bin kon: Bi hevgirtinê em ê rê nedin dagirkeriyeke nû

Li bin konê çalakiyê Şêx Mihmed Sadiq axivî û got: “Em piştgiriya xwe ya ji bo keç û xortên me yên di nava QSD’ê û Meclisa Mibicê ya Leşkerî de cih girtine radighînin.”

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê her gavek ji erdê xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin biparêze û wiha got: “Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê em ê qet rê nedin ji nû ve avakirina dewleta Osmanî ya têkçûyî.”

Tê payîn dê konê çalakiyê di rojên bê de li navçeya Sirînê ya Kobanê were vedan.

MSD’ê li navçeya Şedadê civînek ji welatiyan re li darxist

Li aliyekî din li Hesekê jî Meclisa Sûriya Demokratîk bi armanca şîrovekirina rewşên dawî a herêmê civînek ji welatiyan re li darxist.

Civîn li navçeya Şedadê ya Hesekê bi amadebûna şêx eşîrên Ereb, welatî û hêzên leşkerî hate lidarxistin.

Di civînê de Endamê Desteya Rêveber ê MSD’ê Sîhanok Dîbo axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “MSD’ê gelek çareserî pêşkêş kirin ji bo aloziya Sûriyê, lê belê ev çareserî ji gelek aliyan ve hate redkirin.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe ên li ser herêmê rê li ber krîzên nû vedike

Dewleta Tirk jî bi van êrişan projeya Rêveberiya Xweser asteng dike û rê li ber krîzên nû vedike.”

Her wiha di civînê de çareseriyên siyasî yên ji bo aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin û girîngiya danûstandinên bi hikûmeta Şamê re hat ziman.

Dîbo di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku ew wekî MSD’ê amade ne ji bo çareseriya aloziya Sûriyê têkoşînê bikin û Sûryeke demokratîk ava bikin.

Back to top button