HPG: Li Metînayê 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Metînayê ji gelek baskan ve li dijî dagirkeran çalakî lidarxistin.
Di çalakiyan de, 12 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê 13’ê Çiley li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî gerîlayan li artêşa Tirk a dagirker dan.

Di encamê de 12 leşker hatin cezakirin, gelek çeper jî hatin îmhakirin.

HPG’ê tîkîldarî çalakiya gerîlayan a li herêma Metînayê ev agahî parve kir:

“Baskê destpêkê bi bombeyên destan, çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xistin û dagirkerek cezakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li koma dagirkeran a ji 15 kesan da, 3 çeper rûxandin û 4 dagirker cezakirin.

Bi rêbaza sekvaniyê û çekên nîv otomatîk jî 7 dagirker hatin cezakirin.

Di encama derbên hêzên me de dagirker tirsiyan û hewl dan birevin, hêzên me li wan dan û 8 dagirker birîndar bûn.

Di encama çalakiyê de bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn.

Her wiha kamelyayeke mezin, 2 kon û 4 çeper hatin îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de Hevrê Jêhat ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî çalakiyê bû şehîd bû.

Hate ragihandinê ku agahiyên berfireh ên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wê piştre bi raya girştî re were parvekirin.

Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî hate parvekirin:

“14’ê Çileyê herêma Xakurkê û Qendîlê bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

Back to top button