Hîne kêliyekê jî êrişên li dijî herêmê nesekinîne, ne bi şev û ne bi roj balafirên dewleta Tirk ji asîmanên herêmê danakevin xwar.
Her cih daye ber xwe û bêsrûber bombebaran dike.
Dewleta Tirk avahiyeke li taxa Sîna, avahiyek li taxa Alaya, maleke li naverasta Qamişlo nêzî Çerxerêya Sonî û sûka navendî bombebaran kir.
Her weha navenda Asayişê ya bajar jî bombebaran kir.
Li Tirbespiyê jî, bîrên gazê û petrolê, stasyona Udê ya petrol û stasyona kehrebê ya navçeyê hatin bombebaran kirin.
Navendên kehrebe û petrolê yên Rimêlan jî hatin bombebarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker depoyên çaksazkirina bîrên petrol û stasyona kehrebê ya li bajarok bombebaran kirin.
Li Dêrikê dagirkeran benda Hêzên Asayişê li nêzî gundê Şirk û gundê Gir-belat bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê Dêrik, Amûdê û Qamişlo bê av man e
Di encama bombebaranê de, stasyonên avê yên navçeyên Amûde, Tirbespiye, Dêrik û 3 stasyonên avê yên Qamişlo rawestiyan û ev ev bajar bê av man e.
Li Dirbêsiyê jî holeke dawatan bombebaran kir û 7 gundên Zirganê jî topbaran kirin.
Dagirkeriya tirk ji 13’ê Çileyê ve êrişên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Di êrişan de navendên xizmetguzariyê, tenduristiyê, sivîl û petrolê bombebaran dikin.
Dagirkeriya Tirk vê sibehê stasyona Kehrebeyê ya bajarê Qamişlo bombebaran kir