Pelosi: Divê ji bo lêkolîna êrîşa li ser Kongrê komisyonek mîna ya 11 Îlonê were avakirin

Seroka Meclisa Nuneran a DYA Pelosi, ji bo şopandina êrîşa li dijî Kongrê daxwaz kir ku bi şêwazê 11’ê Îlonê komisyonek were avakirin.

dimenên êrîşa li ser avahî û Trump bidin.. di nûçeya me ya 7’ê Çileya 2021’an de heye.

Nancy Pelosi ji ber êrîşa alîgirên Donald Trump ya di 6’ê Çile de li dijî avahiya Kongrê pêk aniyê daxwaza avabûna komisyonekê dike.

Pelosi anî ziman ku divê komisyonek bê alî were hilbijartin “bûyer û sedemên wê” werin zelalkirin.

Ji bo vê yekê jî ew armanc dikin ku komisyonekê ava bikin.

Pelosi di nameya ku ji endamên Kongrê re şandî de got, ev komisyon wê mîna ya 11 Îlona 2001’an ya li Waşîngton û New Yorkê ku êrîşeke terorî li dijî wê pêk hatî be.

Ji bo komisyonek wisan were avakirin jî, dibe ku pêwistî bi dengdaneke di herdu beşên Kongrê de bike.

Rojên derbasbûyî ji herdû aliyên Demokrat û Komarparêzan ji ber êrîşa li dijî avahiya Kongrê ne hatiye rawestandin hêzên taybet tewambar kiribû û weke daxwaza avakirina komisyoneke mîna ya 11 Îlonê hatibû kirin.

Ev banga Pelosi piştî tewanbariyên li dijî Trump yên “sorkirina gel ya îsyanê” ku di Senatoyê de encam negirt hat.

Back to top button