Artêşa Myanmarê gefa cezayê 20 salî li xwepêşandêran xwar

Li Myanmarê hêrsa gel a li dijî artêşa darbekar kêm nabe.
Li bajarê Nepîdo û Yangonê tevî hemû zext û gefan careke din xwepêşandanên girseyî pêk hatin.

Li Myanmara ku xwepêşandan di roja 10’an de ye, careke din gel bi awayekî girseyî helwesta xwe diyar kirin.

Bi sedan, bizîşk, endezyar, mamosta û karmendên dewletê ji bo berdana siyasetmedaran xwepêşandan lidar xistin.

Îro di saetên siharê de careke din li kolanên bajar dengê xwepêşandaran vedida.

Bi van xwepêşandanan re li welat di gelek aliyan de jiyan rawestiyaye.

Artêşê her çiqasî doh înternet qut kiribû lê nekarî rê li pêşiya xwepêşandanan bigre.

Artêşa darbekar ji bo xwepêşandanan bi dawî bike vê carê gefa cezayê 20 sal zindanê li wan xwar.

Her wiha ji ber aramiya welat xera dikin hat gotin dibe ku bi cezayê 3 heta 7 salan werin darizandin.

NY li dijî van zextan artêşa Myanmarê hişyar kir û got,

Wê encama bikaranîna hêzê ya li dijî xwepêşandêra hebe.

Back to top button